Enqere-SANA
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, îro Şemîyê di peywendîyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, geşedanên herî dawî yên rewşa herêmê gengeşe kirin.
Serokatîya Ragihandinê ya Serokomarîya Tirkîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku: “Erdogan tekez kiriye ku welatê wî di vê qonaxa hestyar de li kêleka Iraqê ye, li dijî her gaveke ku bibe sedema karesateke demdirêj li herêmê.” Her wiha destnîşan kir ku Tirkîye bi awayekî zêde kar dike ji bo kutakirina şer û alozîyên li herêmê û vegera bo ser maseya danûstandinan.