Enqere-SANA
Serokê Sazîya Pîşesazîya Parastinê ya Tirkîyê Haluk Gorgun ragihand ku hinardeya van pîşesazîyan di sala borî de bi qasî %30 geş bûye û gihîştiye 11 mîlyar dolarî. Wî bal kişand ser wê yekê ku %56ê vê hinardeyê ji bo welatên Hevpeymanîya Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) û Yekîtîya Ewropayê (YE) hatiye şandin.
Gorgun di daxuyanîyekê de ji bo ajansa nûçeyan a Anadoluyê, li kêleka “Foruma Pîşesazîya Parastinê” ku duh Sêşemê di çarçoveya karên Lûtkeya 36an a serokên dewlet û hikûmetên NATOyê li Enqereyê hat lidarxistin, dîyar kir ku Tirkîye li ser asta cîhanê di nav mezintirîn hinardekarên pîşesazîya parastinê de, di rêza 11emîn de cih digire, û wekî hevpareke pêbawer derfetên hevkarîyê yên dorfireh ji bo NATOyê peyda dike.
Navborî destnîşan kir ku binesazîya pîşesazî û şîyanên hilberînê yên Tirkîyê dikarin beşdarî xurtkirina pergala bergirîyê ya hevpar a NATOyê bibin. Her wisa amaje bi karîna hilberandina piranîya sîstem û alavên bejayî, deryayî, esmanî û û jêrderyayî kir ku hêzên çekdar hewcedarî wan in.