Bakû-SANA
Dezgeha Ewlehîya Dewletê ya Azerbaycanê ragihand ku planên êrîşkar û operasyonên komkirina agahîyên îstîxbaratî yên ku Îran li hundirê welêt bi rê ve dibe, pûç kirine.
Ajansa Nûçeyan a Azerbaycanê îro Şemîyê ji ser zarê dezgehê di daxuyanîyekê de ragihand ku: Planên Îranê sazîyên stratejîk dikirin armanc, ku di nav wan de xeta borîyên neftê ya Bakû-Tblîsî-Ceyhan û her wiha balyozxaneya “Îsraîlê” li Bakûyê hebûn.
Dezgehê bal kişand ser berdewamîya lêkolînan ji bo destnîşankirina hemû armanc û kesên ku bi dezgehên îstîxbarata Îranê re têkildar in.