Rîyad-SANA
Berdevkê Hevpeymanîya Piştgirîya Desthilata Rewa li Yemenê, Lîwa Tirkî El-Malikî, tekez kir ku gefên mîlîsên Hûsî yên derbarê armancgirtina balafirgeh û navendên Siûdîyê de, hewldanek ji bo hinartina qeyranên xwe yên aborî û veşartina redkirina eşîran û civakê bo binpêkirinên wan ên li dijî gelê Yemenê ye.
El-Malikî her wiha eşkere kir ku Hevpeymanîyê û Erebistana Siûdî ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê û bidawîkirina êş û azarên gelê wê, destpêşxerî û nexşerêyek pêşkêş kirine, lê mîlîsan ew yek red kirine û di kiryarên xwe yên dijminane yên ji bo têkdana ewlehîya herêmê de berdewam in.
Her weha wê tekez kir ku Hevpeymanî dê bi biryardarî û bi hêzeke bêhempa, bersiva her hewldanekê ji bo armancgirtina Siûdîyê yan jî binpêkirina serwerîya Yemenê bide, bi awayekî ku li gorî hiqûqa navdewletî ya mirovî be.