Bruksel-SANA
Îro Duşemê Komîsyona Ewropayê amadehîya xwe anî ziman ku her pêşnîyareke “gihiştî” ya têkildarî avakirina navendên dersînorkirina koçberên neyasayî li derveyî sînorên YE binirxîne. Ev piştî wê yekê hat ku Parlamentoya Ewropayê hefteya borî çiraya kesk ji bo wergirtina rêkarên di vî warî de pêxist.
Ajansa “AKI” ya Îtalî ji ser zarê Berdevkê Komîsyona Ewropayê Markus Lammert, di dema civîneke çapemenîyê de li Brukselê veguhest û got: “Egera pêşkêşkirina piştevanîyê heye, di nav de çavkanîyên darayî yên ji sazîyên Yekîtîya Ewropayê.” Lammert di berdewamîya axaftina xwe de got: “Pêngavên bên li ser biryara dewletên endam dimînin.”
Navborî piştrast kir ku “Divê hevkarîya bi welatên sêyem re li ser dirêjîya rêyên koçberîyê her dem li ser bingeha hevkarîyeke xurt û berjewendîya hevbeş be û her dem bi çarçoveya yasayî ya YE re li hev bike.”