Rîyad-SANA
Erebistana Siûdî daxuyanîya Wezareta Derve ya Kolombyayê ku tê de danpêdan bi “serwerîya Îsraîlê” li ser Colana Sûrîyê ya dagirkirî kiriye, şermezar kir, û tekez kir ku ev danpêdan li dijî qanûna navdewletî û biryarên rewatîya navdewletî yên peywendîdar e.
Wezareta Derve ya Siûdîyê, dîyar kir ku ev danpêdan bi awayekî eşkere dijberî qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye, bi taybetî biryara Encumena Ewlehîyê ya hejmar 497 a sala 1981ê, ya dîtîye ku sepandina qanûn û desthilata Îsraîlê li ser Colanê neyasayî û betal e û ti bandora wê ya qanûnî tuneye.
Wezaretê tekez kir ku helwestên wiha aştîyê pêk naynin, belku dijî helwesta navdewletî ya neguhêr e, û mentiqê ferzkirina rewşa defaktoyê disepînin û hewldanên ji bo avakirina aştîyê li herêmê asteng dikin.
Erebistana Siûdî helwesta xwe ya neguhêr careke din anî ziman û got ku Colan xakeke Erebî û Sûrî ya dagirkirî ye, û her biryarek ku guhartina rewşa wê ya yasayî armanc dike, tu rewatîya wê tuneye. Wê banga li hikûmeta Kolombyayê kir ku helwesta xwe careke din di bin çavan re derbas bike, pabendî qanûna navdewletî bibe û beşdarîya xwe ya di piştgirîya bizavên pêkanîna ewlehî, aramî û aştîya dadwer de li herêmê berdewam bike.