Mosko-SANA
Îro Pêncşemê sibehê, ji ber hilweşîna perçeyên ku ji ber êrîşa bi dronekê pêk hatibû, li depoyeke neftê ya herêma Krasnodar a başûrê Rûsyayê agirek derket.
Ajansa Frans Press ragihand ku Serokê navçeya Krasnoarmeysk a herêma Krasnodar Aleksandr Xarîtonov gotiye: “Piştî hilweşîna perçeyên dronekê, agirek li depoya neftê ya Poltavskaya pêket,” bêyî ku jêderê dîyar bike.
Di heman çarçoveyê, Xizmetguzarîyên Rewşên Awrte ên Ukraynayê ragihand ku êrîşa Rûsyayê bûye sedema derketina agirekî di kargeheke pîşesazîyê de, û tîmên vemirandina agir, ew vemirandin bê ku tu qurbanî hebin.