Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump dengdana Senatoyê ya li ser projeyasaya bi armanca rawestandina şer li Rojhilata Navîn rexne kir, û ev gav wekî “bêwext” bi nav kir.
Trump di parvekirinekê de li ser platforma “Truth Social”ê got: “Îran êdî di quncikê de hatiye dorpêçkirin û li ber rûxandinê ye, tevî vê yekê jî Senatoya Amerîkayê biryar dide ku derbarê yasaya desthilatên şer de dengdaneke bêwext û bêwate pêk bîne.”
Her weha lê zêde kir û got: “Endamên Senatoyê erka min zehmettir kirin, lê ez ê bi awayekî in her bi cih bînim.”
Senatoya Amerîkayê duh di berjewendîya projeyasayeke bi armanca rawestandina kiryarên leşkerî yên Amerîkayê yên ku Îranê dikin armanc, bi piranîya 50 dangan li hember 48 dangan dengê erê dabû.