Ebû Zebî – SANA
Di encama êrîşeke bi droneke Îranî de ku îro Duşemê herêma El-Fuceyra ya Pîşesazîya Petrolê li Îmaratê kir armanc, 3 kes birîndar bûn.
Ofîsa Ragihandina hikûmeta El-Fuceyrayê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku birîndar Hindî ne, û amaje pê kir ku rewşa wan a tendurustîyê nîvenîv e.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku êrîş bûye sedema derketina agir li herêmê, û tîmên berevanîya sivîl ji bo kontrolkirina wî kar dikin.
Wezareta Berevanîyê ya Îmaratê îro di demeke zûtir de ragihandibû ku wan çar mûşekên gerok ku ji Îranê ber bi wan ve dihatin, şopandine.