Eman – SANA
Artêşa Urdunê îro Pêncşemê ragihand ku pergalên bergirîya ezmanî 8 mûşekên ku ji Îranê ber bi erda Urdunê ve hatibûn avêtin, asteng kirin û xistin, bêyî ku tu kes birîndar bibe yan jî zirarên madî çêbibin.
Ajansa Nûçeyan a Urdunê “Petra” ji çavkanîyeke leşkerî veguhastiye ku: Operasyonên astengkirinê bûne sedema ketina çend perçeyan, bêyî ku tu birîndar an zirar bên tomarkirin.
Çavkanîyê tekez kiriye ku Hêzên Çekdar ên Urdunê pêşveçûnên herêmî yên niha dişopîne û da ku ezmanê welêt biparêzin û li hember serwerî û yekparçebûna axa wê berevanî bikin, bi pileya herî bilind a amadebaşîyê dixebitin, û tekez kiriye ku ew ê nehêle ku ezmanê Urdunê ji hêla tu alîyekî ve were binpêkirinên.