Waşington-SANA
Serokê Amerîkî Donald Trump, duh Yekşemê, pêşwazî li peymana Mekkeyê ya parastina hevbeş a ku ji alîyê Erebistana Siûdî, Tirkîye û Pakistanê ve vê dawîyê hat îmzekirin, kir, û ew wek gaveke girîng ber bi xurtkirina şîyanên parastinê yên herêmî ve bi nav kir.
Di nivîsekê de li ser platforma “Truth Social”, Trump got ku Îmzekirina peymanê nîşan dide ku Rojhilata Navîn dest bi yekbûnê kiriye, û destnîşan kir ku ev peyman dê bihêle ku welatên îmzekar xwe bi awayekî bandortir û girîngtir biparêzin.
Trump serokên her sê welatan ji bo îmzekirina peymanê pîroz kir, û ew wekî gaveke yekem a mezin, wêrek û girîng bi nav kir.
Erebistana Siûdî, Tirkîye û Pakistanê di 7ê Tebaxê de “Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê” îmze kirin. Peyman dîyar dike ku her êrişeke çekdar li ser yek ji sê welatan êriş e li ser wan hemûyan, ligel xurtkirina alîyên cihêreng ên hevkarîya parastinê di navbera wan de.