Mekeya Pîroz-SANA
Erebistana Siûdî serkeftina demsala Hecê ya sala 1447an a Koçî ragihand û tekez kir ku di vê demsalê de sîstemeke tekûz a ewlehî, rêkxistin û xizmetguzarîyan hebû, ku rê da hecîyan erkên xwe yên olî bi hêsanî û bi aramî pêk bînin.
Cîgirê Emîrê Herêma Mekeya Pîroz û Cîgirê Serokê Komîteya Daîmî ya Hec û Umreyê Siûd bin Mişel bin Ebdilezîz li ser platforma “X”ê got: “Serkeftina ku pêk hatiye, bi saya piştgirî û rênimayên ku serokatîya Siûdîyê peyda kirine pêk hat.”
Her weh got ku: “Cihên pîroz bi şêweyekî rêkxistî û hevaheng xuya bûn, ev yek jî nîşana şîyana Siûdîyê ye di birêvebirina girseyên mezin de û dabînkirina xizmetguzarî û xwedîderketina li hecîyan.”