Bekîn – SANA
Serokê Çînê Xi Jinping û serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, di hevdîtina xwe ya li Bekînê de, li ser daxwaza xwe ya ji bo xurtkirina têkilîyên dualî di hemû waran de tekez kirin û dîyar kirin ku hevkarîya di navbera her du welatan de ketiye qonaxeke nû ya hevahengîya stratejîk a berfireh ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên navneteweyî yên niha.
Her du serokan li ser dirêjkirina peymana cîrantîya baş û hevkarîya dostane û îmzekirina daxuyanîyekê ji bo kûrkirina hevahengîya stratejîk li hev kirin. Her wiha Xi Jinping banga bidawîkirina nakokîyên Rojhilata Navîn bi lezgînî kir; ji bo parastina aramîya dabînkirina enerjîyê, zincîrên radestkirinê û sîstema bazirganîya cîhanî.
Her du welat hewl didin cîhaneke piralî ava bikin ku rêzê li serwerî û hevsengîya berjewendîyan digire, ligel xurtkirina hevahengîyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî, “BRICS” û Rêxistina Şanghayê; ji bo ku rêveberîya cîhanî di nav rageşîyên navneteweyî de dadperwertir û demokratîktir bikin.