Paytext-SANA
Şerê Amerîkî-Îsraîlî bi Îranî re derbasî qonaxeke nû ya alozbûna sîyasî û leşkerî bû, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje bi îhtîmala destpêkirina lêdana Îranê kir, hevdem ligel liv û tevgerên deryayî yên bilez ên dewletên rojavayî li nêzî Tengava Hurmizê.
Trump li ser platforma “Truth Social” wêneyekî keştîyên şer belav kir ku li ser hatiye nivisîn: “Aramîya berî bagerê”. Ev yek bû sedema texmînên derketina alozîyan, bi taybetî piştî raporên ku behsa amadekarîyên leşkerî yên hevpar dikin.
Li alîyê din, medyaya Amerîkî bal kişand ser nakokîyên di nav rêveberîya Trump de derbarê bijardeya lêdana leşkerî û ya rêbaza dîplomatîk de, di demekê de ku rapor behsa plansazîyên ji bo hedefgirtina sazîyên Îranî dikin.
Li ser enîya Îsraîlê jî, hikûmeta Netanyahu asta amadebaşîyê bi hevrêzîyeke tam ligel Waşîngtonê bilind kir, di dema ku Rûsyayê hişyarî derbarê vegera şer da.
Di nav van bûyeran hemûyan de, asta rageşîyê li derdora Tengava Hurmizê bilind dibe, helwesta Îranê tund dibe, liv û tevgerên Rojavayî gur dibin, hevdem ligel hewildanên navbeynkarîyê yên Pakistanê ji bo vejandina danûstandinan.