Ebû Zebî-SANA
Dewleta Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, îro Sêşemê, vekişîna xwe ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û Hevpeymanîya “OPEC Plus”ê ragihand, û ev biryar dê ji roja Îna bê ve bikeve ware cîbicîkirnê.
Ajansa Nûçeyan a Îmaratê (WAM) dîyar kir ku ev biryar li gorî nêrîna stratejîk û aborî ya demdirêj a dewletê û geşepêdana bi lez di sektora enerjîyê de tê, tevî xurtkirina veberhênanên di hilberîna navxweyî de ku dikare siberoja bazarên enerjîyê yên cîhanê bixwîne.
Ajansê tekez kir ku Îmarat piştî vekişîna xwe ji OPECê dê bi rêya zêdekirina hilberînê bi awayekî gav bi gav û plankirî, ku li gorî daxwaz û mercên bazarê be, rola xwe ya berpirsyar bidomîne. Her wiha dê bi hevkarên xwe re ji bo pêşxistina çavkanîyan bixebite, bi awayekî ku piştgirîyê bide geşepêdan û pirrengîya aborî.