Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir ligel Balyozê Dewleta Îmarata Erebî ya Yekbûyî li Şamê Hemed Raşid bin Elwan El-Hebsî, rêyên xurtkirina hevkarîya di navbera her du welatan de di sektora veguhastinê de gotubêj kirin. Her wiha derfetên pêşkêşkirina piştgirîyê di warên rêyan, rêyên hesinî, veguherîna dîjîtal, miameleyên wesayîtan û veguhastina kelûpelan de nirxandin.
Di dema hevdîtina ku îro Çarşemê li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin, her du alîyan rewşa sektora veguhastinê li Sûrîyê û plansazîyên siberojê yên ji bo geşepêdana wê bi rêya hevkarî û şirîkatîyên bi alîyên navdewletî yên daner re gengeşe kirin.
Her wiha di civînê de mijarên qeydkirina wesayîtan û kontrolkirina teknîkî ya barhilgir û wesayîtên din hatin gotûbêjkirin. Ligel vê yekê, behsa berfirehkirina bikaranîna sepanên zîrek û veguherîna dîjîtal di rêveberîyên veguhastinê de hat kirin.


