Waşington – SANA
Trump hewl dide ku vê hefteyê “Hevpeymanîya Hirmizê” ya leşkerî ragihîne, bi pişkdarîya welatên mezin ji bo parastina vê derbasgeha ku 20%ê nefta cîhanê tê re derbas dibe.
Êrîşên asmanî yên Amerîkayê armancên leşkerî li girava “Xarc”ê wêran kirin, lê navendên neftê (ku 90%ê hinardeya Îranê ne) bi demkî hatin istisnakirin. Ev di demekê de ye ku Trump gefa lêdana wan di pêşerojê de dixwe heger girtina tengavê berdewam bike.
Trump lêkolîna dagirkirineke bejayî ji bo girava “Xarc”ê dike da ku aborîya Îranê felç bike. Ev yek bû sedema bilindbûna bihayê neftê û kartêkirinên navdewletî yên cuda; di navbera girîngîdana Brîtanyayê û redkirina Japonya û Awistralyayê de.