Eman-SANA
Herêma Leşkerî ya Bakur li Urdinê, ragihand ku hewldana derbasbûna bi dizîkî ya çar kesan di yek ji xalên sînorî re, bi mebesta derbaskirina sînor bi awayekî neyasayî, hatiye pûçkirin.
Ajansa Nûçeyan a Urdinî “Petra”, îro Yekşemê, li ser zarê jêdereke leşkerî ragihand ku hêzên pasevanên sînor rêgezên pevçûnê yên berkar bi kar anîne û kesên derbasbûyî girtine, bêyî ku rê bidin wan ku sînor derbas bikin, piștir ji bo temamkirina rêkarên yasayî yên derheqê wan de radestî alîyên pêwendîdar bibin.
Hêzên Urdinî piştrast kir ku yekîneyên pasevanên sînor di çarçoveya berpirsyarîya xwe de ji bo parastina sînorên şaneşînê û parastina serwerîya wê, di pêkanîna erkên xwe de berdewam in, ligel rûbirûbûna her hewldaneke derbasbûna bi dizî yan çalakîyên neyasayî yên ku dibe destdirêjîyê li ewlehî û aramîya welêt bikin.