Enqere-SANA
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojîyê yê Tirkîyê, Mihemed Fatih Kacir, ragihand ku Tirkîye %65ê bazara dronên leşkerî li seranserî cîhanê kontrol dike, û bal kişand ser rola pêşeng a kompanya “Baykar“ê.
Kacir dîyar kir ku pergalên bêmirov, bi taybetî yên “xwekuj”, di şerên nûjen de bûne hêmanên ku şer yekalî dikin. Her wiha tekez kir ku welatê wî berê xwe daye xurtkirina şîyana xwe ya hilberandina moşek û radaran.
Wezîr her wiha bal kişand ser pêşxistina moşekên stratejîk ku dûrîya avêtina wan digihêje 2000 kîlometreyan ji bo xurtkirina hêza parastinê.
Kompanya “Baykar”ê bi rêya modelên wekî “Bayraktar TB2” û “Akînci“yê, karîye keysbazîya cîhanî di vî warî de bişkîne; bi saya modela xwe ya fînansekirina serbixwe û kartêkerbûna platformên wê li meydanê, niha ji bo 37 welatan bûye jêdera stratejîk, ku vê yekê pileya teknolojîya Tirkîyê li ser asta navneteweyî xurt kiriye.