Parîs-SANA
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Înê ragihand ku leşkerekî Fransî di êrîşeke li ser bingeheke hevbeş li Hewlêrê, li Kurdistana Iraqê, hatiye kuştin.
Serokê Fransayê êrîşa li ser hêzên Fransî wekî “nayê qebûlkirin” wesif kir û dîyar kir ku “hebûna hêzên Fransî li Iraqê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ye.”
Serfermandarîya Giştî ya Artêşên Fransî duh Pêncşemê ragihandibû ku di êrîşeke bi dronan li Hewlêrê, şeş leşkerên Fransî birîndar bûne.