Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew guh nade danûstandina ligel Îranê, û amaje bi egera kuştina hemû serkirdeyên Îranê kir.
Trump di axaftinekê de ji bo rojnamevanan li ser balafira serokatîya Amerîkayê ku ajansa Reutersê îro Yekşemê veguhestiye, got: “Dibe ku operasyona esmanî danûstandinan bike mijareke bênirx, eger hemû serkirdeyên pêşbînîkirî werin kuştin û artêşa Îranê were têkbirin.”
Trump axaftina xwe wiha kuta kir: “Di qonaxekê de, ez bawer nakim tu kes bimîne da ku bibêje: Em radest dibin.”