Beyrût-SANA
Balafirên helîkopter ên Îsraîlê berbanga roja Şemîyê, operasyoneke daxistina leşkerî li çîyayên derdora gundê Nebî Şît li herêma Biqa’ ya Libnanê ya nêzîkî sînorê Sûrîyê pêk anî.
Di encamê de li ser çîyayên rojhilat, şerekî dijwar di navbera hêza Îsraîlê û endamên Hizbullahê de derket. Di encama van êrîşan de 12 kes hatin kuştin û 33 kesên din birîndar bûn.
Hinek çavkanîyan dîyar kir ku hêza Îsraîlê hewl da xwe bigihîne goristana gund, lê piştî ku hatin eşkerekirin, balafirên şer bi dehan êrîş pêk anîn da ku vekişîna hêzê ewle bikin.
Bi vê yekê hejmara qurbanîyan ji roja Duşemê ve herî kêm gihîşt 222 kuştîyan û bi sedan birîndar, di encama berdewamîya gurkirina şer de.