Hewlêr-SANA
Parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê îro Çarşemê ragihand ku rastî êrîşeke dronên dijmin hatiye, û tekez kir ku berevanîyê bi serkeftî bersiva êrîşê daye, bêyî ku ti zîyanên canî werin tomarkirin.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê (ANI) ji zarê Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di daxuyanîyekê de ragihand: “Parêzgeh êvara Sêşema borî rûbirûyî êrîşeke bi zêdetirî 20 dronan bûye”, û destnîşan kir ku hemû balafir berî ku bigihêjin armancên xwe hatine xistin.