Edinburgh-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro Yekşemê, ragihand ku dibe Amerîka piştî bidawîbûna şer li Îranê bimîne û dest deyne ser petrolê, û bal kişand ser hewldanên berê yên Washingtonê ji bo kontrolkirina beşekî ji petrola Venezuelayê ya yedek.
Tora nûçeyan a Amerîkayê “CNN” li ser zarê Trump di dema serdana wî de ya ji bo Îrlandayê ragihand ku ew “pêşbînîyê dike ku şerê li gel Îranê di vê salê de yan piştî hilbijartinên nîvdemî yên di Mijdara bê de bi dawî bibe”, û got ku texmîn bêtir ew e ku “bihayê benzînê bi awayekî berbiçav dakeve piştî ku şer bi dawî bibe.”
Trump tekez kir ku ew ” dê tenê ‘lihevkirina guncav’ bipejirîne”, û amaje bi wê yekê kir ku Îran “bi berdewamî di têkilîyê de ye ji bo gotûbêjkirina danûstandinên aştîyê”, ku ev tişt ji alîyê Tehranê ve tê redkirin.
Alozîyên li Rojhilata Navîn bûn sedema guherînan di bazara petrolê de; ji ber ku bazirgan pêşbînîyê dikin ku piştî êrîşa ku xeteke borîyên petrolê li Erebistana Siûdî armanc kir, sibê Duşemê bihayê prtrolê cardin dê bilind bibe.
Ev xeta ku dirêjahîya wê nêzîkî 1200 kîlometrî ye, rêyeke sereke ye ji bo veguhestina petrola Siûdî ber bi Deryaya Sor ve û hinardekirina wê dûrî Tengava Hurmuzê.