Bruksel-SANA
Encumena Yekîtîya Ewropayê (YE), duh Pêncşemê ragihand ku wan “Artêşa Pasdarên Îranê” xistiye lîsteya terorê ya YE. Ev biryar piştî lihevkirina sîyasî ya Encumena Karûbarên Derve ku di 29ê Rêbendana borî de pêk hatibû, hat kirin.
Her wiha di biryarê de hat dîyarkirin ku ji niha pê ve sazîyên di nav YE de kar dikin, dabînkirina her cure dirav an çavkanîyên aborî ji bo vê rêxistinê qedexe ye.
Encimenê destnîşan kir ku bi vê biryarê re, hejmara kesên ku di bin tedbîrên sînordar ên “Lîsteya Terorê ya YE” de ne gihîşt 13 kesan û hejmara kom û sazîyan jî gihîşt 23yan.
Wezîrên derve yên welatên YE di 29ê Rêbendanê de li ser naskirina Artêşa Pasdarên Îranê wekî “rêxistineke terorîst” li hev kiribûn. Ev biryar li ser bingeha xwepêşandanên li Îranê û kuştina zêdetirî 6373 xwepêşanderan hatibû girtin.