Beyrût-SANA
Hejmara qurbanîyên hilweşîna avahîyeke kevn li devera Bab El-Tebane li bajarê Trablusa bakurê Libnanê gihîşt 14 kuştîyan.
Tîmên Berevanîya Sivîl a Libnanê 14 cenaze derxistin û 9 kesên sax ji bin kavilên avahîya hilweşîyayî rizgar kirin, û piştî temamkirina hemû karên meydanî, bi awayekî fermî bidawîbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ragihand.
Di amara berê ya qurbanîyên hilweşîna avahîyê de, dihat dîyarkirin ku 6 kesan jîyana xwe ji dest daye û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Şaredarê Trablusê ji ber belavbûna avahîyên ku metirsîya hilweşînê li ser wan heye, bajar wekî “herêmeke karesatbar” ragihand, û hişyarî da ku ji ber xemsarîyê metirsî li ser hezaran avahîyan heye.
Ev karesat piştî hilweşîna avahîyeke din a niştecihbûnê li devera “El-Qube” li Trablusê di dawîya meha borî de tê, ku di encama wê de jî çendîn kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.