London-SANA
Malpera “Seatrade Maritime News”ê ya pispor di karûbarên deryayî de eşkere kir ku di çend demjimêrên borî de, 3 keştîyên barkêşîyê li Tengava Hurmuzê ji alîyê “Pasdarên Îranê” ve rastî êrîşê hatine. Di nav wan de du keştîyên ser bi mezintirîn kompanya barkêşîyê ya cîhanê ne, ku ew jî Kompanya MSC (Mediterranean Shipping Company) ye.
Li gorî daneyên amûrên şopandinê yên ku ji alîyê Kompanya Daneyên Deryayî “Linerlytica” ve hatine ravekirin, keştîyên “MSC Francesca” û “MSC Epaminondas” ligel 4 keştîyên din ji berî destpêkirina şer di Kendavê de asê mabûn. Di heman demê de, keştîyên “MSC Clara”, “MSC Grace”, “MSC Margaret 13” û “MSC Madeline” niha li alîyê rojhilatê Deryaya Ereban di rewşeke ewledar de ne.
Îranê ragihand ku wê keştîyên “Epaminondas” û “MSC Francesca”yê desteser kirine û îdia kir ku wan bi rêya xebata bê destûr û destkarîkirina sîstemên keştîvanîyê, ewlehîya deryayî xistine metirsîyê.
Di bûyereke din a cuda de, Rêxistina Veguhastina Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) dîyar kir ku kaptanê keştîyeke barkêşîyê ragihandiye ku gule li keştîya wan hatine reşandin. Kaptan tekez kir ku keştî rawestîyaye, rewşa karmendan baş e û ti zîyanek negihîştiye keştîyê.
Bi zêdebûna êrîşên li ser keştîyan li Tengava Hurmuzê, Rêxistina Bazirganîya Deryayî ya Brîtanyayê derbarê tevgerên zêde li devera tengavê hişyarî da û daxwaz ji keştîyan kir ku her çalakîyeke bi guman ragihînin.