Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku aramkirina rewşa bi Îranê re, bi mercê destberdana wê ji çekên navokî û rawestandina kuştina xwepêşanderan e. Trump eşkere kir ku bi berpirsên Îranî re hevdîtin hatine kirin, her wiha hişyarî da ku keştiyên şer ên mezin ên Amerîkayê ber bi Îranê ve ketine tevgerê û hêvî kir ku neçar nebin wan bikar bînin.
Hewldanên herêmî ji bo handana Waşington û Tehranê ber bi danûstandinan ve ji bo dûrketina ji şerekî leşkerî, bi ser neketin.
Vebijêrkên Amerîkayê li dijî Îranê
Trump çend vebijêrkên leşkerî û sîberî ji bo lêdana Îranê (di nav wan de “Plana Mezin” yan armancên sembolîk) wergirtin da ku bernameya wê ya atomî rawestîne, hevdem ligel bi binneketina navbeynkkarîyên herêmî ji bo dûrketina ji şer.
Gihîştina keştîyeke nû ya Amerîkî bo Rojhilata Navîn
Keştîya şeşemîn a şer gihîşt Rojhilata Navîn di çarçoveya hêzên nû yên Amerîkî de (ku firokehilgir û keştîyên şer li xwe digire) ji bo rûbirûbûna rageşîya bi Îranê re, hevdem ligel nîşandana vebijêrkên leşkerî û sîberî û binneketina navbeynkkarîyan.
“Pêleke berfireh a xwenîşandanan li Îranê, ji Tehranê dest pê kir û parêzgehên cuda li xwe girt; ji bo şermezarkirina hilweşîna aborî û daxwazkirina dadperwerî û azadîyê”.
“Hejmara qurbanîyên xwenîşandanên Îranê gihîşt herî kêm 6479 kuştîyan, li gorî ajansa mafên mirovan a ‘HERANA’yê”.