Waşington – SANA
Wezîrê Darayî yê Amerîkî Scott Bessent, duh Duşemê hişyarî da ku sazî û alîyên ku bi şirketên firokevanîya Îranî re kar dikin, rûbirûyî sizayên Amerîkî dibin.
Bessent li ser platforma (X)ê hişyarî da ku pêwendîyên bazirganî bi şirketên firokevanîya Îranî re, alîyên peywendîdar rûbirûyî sizayên Amerîkî dike, û ev yek wekî beşek ji zextên aborî li ser Tehranê di bin sîya şerê Amerîkî-Îsraîlî-Îranî de hesiband.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Darayî ya Amerîkayê nîvê meha borî ragihandibû ku ew dê sizayên xwe li ser sektora nefta Îranê xurt bike, û bîst kes û dezgehên girêdayî tora serokê neftê Mihemed Husên Şemxanî bike armanc, di bin sîya dorpêça ku Tehran li ser Tengava Hurmizê ferz dike.