Mosko-SANA
Hinardeyên gaza Rûsî bo Ewropayê îsal bi rêjeya 44 ji sedî kêm bûn û gihîştin asta herî nizm di nava 50 salên dawî de. Ev yek piştî girtina hêla Ukraynayê û hewldana Yekîtîya Ewropayê (YE) ji bo bidawîkirina piştgirêdana bi enerjîya Rûsyayê pêk hat.
YE ragihandibû ku ew bi nîyaz e heta dawîya sala 2027an hawirdekirina gaza Rûsî bisekinîne, piştî ku Ewropa mezintirîn çavkanîya dahata budceya Rûsyayê ji firotina gaz û petrolê bû.
Hêla borîyan a “TurkStream”ê wekî yekane rêya mayî ya derbasbûna gaza Rûsî bo Ewropayê tê hesibandin, piştî ku Ukraynayê biryar da peymana derbasbûnê nû neke. Welatên wekî Tirkîye, Sirbistan, Macaristan û Slovakya di nav wan welatan de ne ku gazê bi rêya “TurkStream”ê werdigirin.
Rûsya her weha gaza şilkirî (LNG) bi rêya barkêşên deryayî hinardeyî Ewropayê dike, û piştî Amerîkayê, duyemîn dabînkera herî mezin a gazê ji bo YE ye.