New York-SANA
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, tekez kir ku çavkanîyên cîhanê têra baştirkirina jîyana mirovan, parastin zemînê û dabînkirina paşerojeke aştîyane û dadperwerî dikin, û tekez kir ku pêwîstîya vê yekê bi dûrkrtina ji şer û pevçûnan û xurtkirina veberhênanê heye, ji bo nehiştina hejarîyê û pêkanîna geşepêdana berdewam.
Guterres di peyama xwe ya bi helkefta Sala Nû de, got: “Cîhan îro li ser rêyeke gelekî dijwar e, di nav tevlihevî û tunebûna bawerîyê de ye, ji ber pevçûnên berdewam, têkçûna keşhewayê û binpêkirinên dubare ji yasaya navneteweyî re.” Her wiha bal kişand ser wê yekê ku mesrefa leşkerî ya cîhanî gihîştiye asteke herî bilind ku bûye 2.7 trîlyon dolar, ango nêzîkî 10% zêdetir bûye.
Her wiha zelal kir ku ev lêçûn 13 caran ji alîkarîyên geşepêdanê zêdetir e, û bi qasî berhemên xwecihî yên salekê yên tevahîya parzemîna Afrîkayê ye.