Cenevre-SANA
Neteweyên Yekbûyî (NY), Serokê berê yê Iraqê Berhem Salih wekî serokê nû yê Komîserîya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) destnîşan kir, li şûna Fîlîppo Grandiyê Îtalî ku deh salan li serokatîya komîserîyê ma.
Di nameyeke Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres de, ku ajansa France-Presse (AFP) ew belav kir, hat gotin: Sekreterê Giştî dê ji Komeleya Giştî re pêşnîyar bike ku destnîşankirina Salih ji bo heyama pênc salan, ji yekê Çileyê ve dest pê dike, were pejirandin.
Komîserîya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR), di sala 1950an de hate damezrandin, û ew ajanseke pêşeng a NY ye ku erka wê rizgarkirina gîyanan, parastina mafên penaberan û civakên ku bi darê zorê koçber bûne û kesên bênasname û parastina mafê wan ê penaberîyê ye.