Santiago – SANA
Duh José Antonio Kast di hilbijartinên serokatîyê yên Şîlîyê de bi ser ket, piştî ku li hemberî hevrika xwe Jeannette Jara, ku têkçûna xwe qebûl kir, serkeftin bi dest xist.
Ajansa France Presse dîyar kir ku piştî jimartina hema hema tevahîya dengan, li gorî encamên fermî Kast nêzîkî ji sedî 58ê dengan bi dest xist, bi vê yekê li pêşîya Jara ku nûnertîya hevpeymanîyeke berfireh dike, pêşketineke mezin tomar kir.
Kast di kampîna xwe ya hilbijartinê de giranî da ser têkoşîna li dijî tawanan li Şîlîyê ku ji çalakîyên çeteyên tundûtûj dinale, her wiha soza dersînorkirina nêzîkî 340 hezar koçberên neyasayî da.