Cakarta-SANA
Hejmara qurbanîyên lehî herifîna herîyê yên ku di van demên dawî de li Endonezyayê rû dan, gihîşt 442 mirîyan.
Ajansa France-Presse ji “Desteya Niştimanî ya Rêveberîya Karesatan” ragihand: Lehî û herifîna erdê yên ku ji ber barana zêde çêbûn, bûn sedema mirina 442 û birîndarbûna 646 kesan, 402 kes jî winda ne.
Desthilatdar, li Girava Sumatra yê hewl didin bigihîjin deverên herî zîyandîtî, ku bi hezaran kes lê asê mane û pêdivîyên sereke jê qut bûne. Her wiha bajarên Tapanuli û Sibolga ji ber lehîyan mirov nikare bigihêje wan, vê yekê hişt ku desthilatdar du keştîyên şer bişînin da ku alîkarîyê bigihînin niştecihên asêmayî.
Li bajarê Sungai Nyalo, ku 100 km dûrî Padang a li Sumatrayê ye, ava lehîyê vekişîya û xanî, tirimbêl û zevî bi qateke stûr a herîyê nixumandî hiştin. Li gorî amareke berê, dihat gotin ku 300 kes ji ber karesatê mirine.
Rapor tekez dikin ku guherînên keșûhewayê hêz û dubarebûna bahozan zêde dikin, ev jî dibe sedema barana zêde, lehîyên ji nişka ve û bayên dijwar, ku bandora karesatên xwezayî li herêmê girantir dike.