London-SANA
Ji sala derketina vîrûsa koronayê ve ta niha, deynên Brîtanyayê, di nîvê yekem ê sala darayî ya niha de, gihîştine asta herî bilind. Ev yek fişara li ser Wezîra Darayî Rachel Reeves zêde dike, ji ber ku ew ê di hefteya bê de budceyê ragihîne û texmîn heye ku bac careke din zêde bibin û tedbîrên kêmkirina xerckirinê werin xwestin.
Ofîsa Serjimêrîya Neteweyî, di daxuyanîyekê de ku malpera CNN ya aborî weşandiye de got: Hikûmeta Brîtanyayê di navbera heyva Nîsan û Îlonê de 116.8 mîlyar poundên Brîtanî (152.9 mîlyar dolar) deyn kiriye, ku ev bi qasî 10 mîlyar poundî ji qebareya ku Ofîsa Berpirsyarîya Budceyê di destpêka vê salê de pêşbînî kiribû zêdetir e.
Ev asta deynkirinê di heman dema salê de, ji 2020an vir ve, dema ku alozîya vîrûsa koronayê di asta xwe ya herî bilind de bû, ya herî bilind e.