Wașington -SANA
Îro li Koşka Spî, Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokê Amerîkayê Donald Trump, peymaneke stratejîk a berevanîyê di navbera Erebistana Siûdî û Amerîkayê de îmze kir.
Ajansa Nûçeyan a Siûdî, ragihand ku ev peyman di çarçoveya hevkarîya stratîjîk de ye, ya li ser bingeha têkilîyên hevbeş ên berî zêdetirî 90 salî ava bûye, gaveke girîng e, hevkarîya berevanîyê xurt û domdartir dike, û nîşana pabendîya hevbeş a her du alîyan bi piştgirîya aştî, ewlehî û pêşketinê li deverê ye.
Peyman piştrast dike ku Siûdî û Amerîka hevkarên hev ên ewlekarîyê ne, dikarin bi hev re bixebitin û li dijî pirsgirêk û gefên herêmî û navdewletî derkevin.
Tê zanîn ku ji salên 1930an ve têkilîyên hevkarîyê yên di warên berevanî, enerjî û aborîyê de di nav Erebistana Siûdî û Amerîkayê de hene.