Pekîn-SANA
Çînê welatîyên xwe bo çûna Japonyayê hişyar dike, ji ber ku Serokwezîra Japonyayê hin daxuyanî derbarê Taywanê de dane û hiştiye ku alozîyeke diplomasî di nav welatê wê û Çînê de derkeve.
Ajansa France Press ragihand ku balyozxaneya Çînê li Japonyayê haydarîya çûna Çînê daye welatîyên xwe.
Di postekê li ser sepana WeChat a balyozxaneya Çînê de dîyar kir ku “Rêberên Japonî vê dawîyê de daxuyanîne tund ên sorkirinê derbarê Taywanê de dane, ku bi giranî zirar gihandiye peywendîyên di nav her du gelan de.”
Postê her wiha dîyar kir ku rewş “dihêle metirsîyên mezin li ser jîyana welatîyên Çînê li Japonyayê peyda bibin”.
Hefteya borî, Serokwezîra Japonyayê gotibû: ʺHeye ku êrîşên çekdarî yên Çînê li ser Taywanê bibin sedema şandina leşkerên Japonyayê ji bo piştgirîya Taywanê bikin di çarçoveya ‘berevanîya di ber hev deʼ wek ku wê anîye zimanʺ.