Seoul-SANA
Wezîrê Berevanîyê yê Koreya Başûr Ahn Gyu-baik, di kongreke rojnamevanî ya hevbeş de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Pete Higseth re, piştî 57emîn Civîna Ewlekarîyê di navbera her du welatan de li Seoulê, pabendîya welatê xwe bi jinavbirina çekên otomî piştrast kir û got ku qet nîyeta welatê wî ya pêşxistina çekên otomî tuneye.
Her weha da xuyakirin ku Koreya Başûr, wekî endamekî Peymana Nehiştina Çekên Otomî, pabend e bi armanca valakirina welatê xwe ji çekên otomî.
Ji alîyek din ve, tekezî li ser giringîya hevpeymanîya welatê xwe bi Amerîkayê re di warê leşkerî de kir, ji ber ku ew hevpeymanî li ser bingeha karînên Amerîkayê yên otomî û berevanîya kevneşopî ya Koeryeyê ava bûye, ji bo lidijderketina li gefên Koreya Bakur û parastina aramîya herêmî.