Teksas-SANA
Çalakvanên li bajarê Houstonê yê eyaleta Teksasê kampanyayeke nû bi sernavê “Kampanyaya Qedexekirina Çekan li Houston” dan destpêkirin, ev yek hevdemî lidarxistina Konferansa Navneteweyî ya Keştîvanîyê ya Houstonê bû û çalakvanan xwest ku her barên leşkerî yan amûrên şer ku dibe bi rêya bendera Houstonê ber bi Îsraîlê ve derbas bibin, werin rawestandin.
Medyaya Filistînî ragihand ku organîzatoran berpirsyarîya binesazîya lojîstîk a Amerîkî di hêsankirina veguhestina çekan de destnîşan kirin, û tekez kirin ku bendera Houstonê bûye xaleke navendî di tevgera barkirina deryayî ya bi moreke leşkerî.
Çalakvanan tekez kir ku rawestandina derbasbûna barên çekan bi rêya benderê gaveke pratîkî ye ji bo rawestandina piştgirîya Amerîkî ji Îsraîlê re, û her weha rê li ber gotûbêjekê li ser exlaqên pîşesazîya deryayî ya Amerîkî û berpirsiyarîya yasayî ya şirketên barkirinê li gorî yasaya navneteweyî vedike.
Ji destpêka şerê li ser Xezayê di 7ê Cotmeha 2023 de, li paytext û bajarên gelek welatên cîhanê xwepêşandan û çalakî ji bo piştgirîya Filîstînîyan, û ji bo şermezarkirina qirkirina ku Xeza rûbirûyê wê hatiye, hatine sazkirin.