Quds Dagirkirî-SANA
Agirbest li Xezayê di 10ê Cotmeha borî de ket warê cîbicîkirinê, bi hêvîyên bidawîkirina êşa Filistînîyan ku zêdetirî du salan e didome. Lêbelê, binpêkirinên Îsraîlê ew hêvî zû pûç kirin.
Krîza avê îro wekî yek ji nîşanên herî giran ên vê janê derdikeve pêş, piştî ku firokeyên Îsraîla dagirker binesazîya torên avê û kanalîzasyonê li Xezayê wêran kirin.
Rêjeyên berdest mezinahîya armanckirina rasterast a çavkanîyên jîyanê li Xezaya wêrankirî nîşan didin. Li gorî agahîyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmî li Xezayê, artêşa Îsraîla dagirker ji 7ê Cotmeha 2023an ve nêzîkî 112 çavkanîyên dagirtina ava vexwarinê armanc girtine, û 720 bîr wêran kirine.
Li hemberî vê, hewldanên rizgarkirinê yên bêhêvî berdewam dikin. Rêveberê Giştî yê Yekîneya Rêveberîya Projeyan di Desthilatdarîya Avê ya Xezayê de, Sa’dî Elî, tekez kir ku ew bi giranî dixebitin ji bo gihandina avê bi rêya tankerên avê û zêdekirina xalên dagirtinê.
Karesata avê li Xezayê êdî ne tenê kêmbûna peydakirinê ye, lê ji ber dawerîna ava deryayê û bermahîyên kanalîzasyonê piştî wêrankirina binesazîyê, bûye qirêjîyeke kambax a hewza binerd a peravê. Ev yek jî rê li ber belavbûna nexweşîyên cuda cuda vedike.
Li Xezayê, lêgerîna avê veguherîye şerekî fîzîkî û aborî yê dijwar, ji ber ku niştecih xwe neçar dibînin ku xwe bi tevahî bispêrin tankerên avê û santralên paqijkirinê yên seretayî ku bi sotemenîya kêm a berdest ve girêdayî ne, di rewşeke ku ava herikbar kêm e.
Çarenûs bi jinûveavakirina bilez a torên avê û kanalîzasyonê bi tevahî ve girêdayî ye, ku ev peywireke hema hema ne pêkan e ji ber ku pêwîstî bi agirbesteke mayînde û rakirina bilez a dorpêçê heye.