Qudsa Dagîrkirî-SANA
Li gorî ajansa nûçeyan a WAFAyê ku ji çavkanîyên bijîşkî yên li Xezeyê vedibêje, hejmara qurbanîyên şerê tunekirinê yê ku ji alîyê Dagîrkerîya Îsraîlî ve li ser Xezeyê ji 7ê heyva Cotmeha 2023an ta niha tê meşandin, gihîştiye 68,531 şehîd û 170,402 birîndaran.
Çavkanîyan dîyar kir ku îro du Felistînî hatine kuştin, cenazeyên du kesên din jî gihîştine nexweşxaneyan.
Hejmara şehîdên ji ber binpêkirinên Peymana Agirbestê ya ku di dehê vê mehê de dest pê kir, ji alîyê dagîrkeran ve gihîştiye 94 şehîd û 344 birîndaran.
Çavkanîyên bizîşkî jî lê zêde kir: Gelek qurbanî hîn jî di bin kavilan de ne, ji ber ku tîmên hawarçûnê nikarin bigihîjin wan.