New York-SANA
Serok El-Şara’, der barê têkilîyên bi Amerîkayê re û rakirina sizayan li ser Sûrîyeyê, di Çalakîyên Lûtkeya Concordiayê de ku di çarçoveya Karên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê pêk hat, di hevpeyivîna xwe ya bi General David Petraeus re, Rêvebirê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayî (CIA), xalên jêrîn anîn ziman:
- Der barê têkilîyên Sûrîye û Amerîkayê de, Serok El Şera’ got: “Di salên dawî de, têkilîyên di navbera Sûrîye û Amerîkayê de hatibûn birîn, lê piştî rûxîna rejîma berê, di vê qonaxê de, derfeteke jidil a berjewendîyên hevpar di navbera Sûrî, Dewletên Rojavayî û Amerîkayê de heye.
- Her weha lê zêde kir: “Sûrîye ne tenê li têkilî, dostîtî û bexşînan digere, belkû hewl dide ku sizayên dehên salan ên ku ji ber rejîma berê lê hatibûn ferzkirin û îro li dijî gelê wê disekinin, rake.”
- Li alîyê din jî, Serok El Şera’a tekez kir ku: “Rakirina sizayan pêwîstîyeke lezdar e, ji boyî wê, em cesareta Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gavên wêrek û dîrokî di vê meselê de avêtine, cîyawz dibînin.”
- Di eynî wext de: “Wî bang li Kongresê kir ku ji bo pêşxistin û xweşkirina halê Sûrîyan, ên ku ji mêj de di nav zilm û zordarîyê de ne û ji alîyê rejîma berê ve mafên wan ên serekî hatine binpêkirin, bêhtir tev bigere, ji bo wê: “Sûrîye pêwîstî derfeteke nû ya jîyanê ye!”