Tokyo-SANA
Hat ragihandin Serokwezîrê Japonya’yê ji ber encamên hilbijartinê îstîfa kir û dev ji wezîfeya xwe ya serokwezîrtîyê berda.
Li gorî agahiyên ku ji teref Karbidestên Japonî ve hatin ragihandin Serokwezîrê Japonyayê Shigeru Ishiba biryar daye ku ji Serokatîya Giştî ya Partiya Lîberal Demokrat û ji wezîfeya xwe ya Serokwezîrtîyê îstîfa bike.
Li gor xebera ku di Ajansa Nûçeyan a “Kyodo” ya Japonyayê de hat belavkirin ev gava îstîfa û devjiberdana ji wezîfeyê piştî hevdîtinên Ishiba yên duh êvarê bi Serokwezîrê berê Yoshihide Suga û Wezîrê Çandiniyê Shinjiro Koizumi re hat avêtin, û rojek berî ku tê payîn partî biryarê li ser lidarxistina hilbijartineke serokatiyê bide, hat avêtin.
Ishibayê ku ji ber hilbijartinên ku berî vê serdemekê hatibû kirin di Cotmeha 2024an de dest bi kar kiribû, bi gefxwarina hilweşandina Meclîsa Nûneran û bangkirina hilbijartinek pêşwext, amadebûna xwe ya ji bo astengkirina hewldanên destpêkirina pêşbaziyek serokatiyê di nav Partiya Lîberal Demokrat de nîşan dabû. Ev gav û helwesta wî di nav partiyê de bûbû sedema bertekeke tund.