Şam – SANA
Encumena Sendîkaya Bijîşkên Diranan li Sûrîyê, biryar da ku qeyda pênc bijîşkan ji şaxê Şamê bi temamî jê bibe, karê wan qedexe bike û destûrnameyên wan ên li hundir û derveyî welat betal bike. Her wiha dosyayên wan ji bo cîbicîkirina rêkarên qanûnî ji sazîyên dadwerî yên peywendîdar re hatin şandin û ji bo temamkirina karûbaran agahî dan Wezareta Tenduristîyê û Wezareta Xwendina Bilind.
Serokê Sendîkaya Bijîşkîya Diranan a Şamê, Mihemed Hemze, dîyar kir ku ev biryar li ser bingeha lêkolîn û şahidîyên belgekirî yên ji alîyê Komîteya “Mafdayîn û Dadwerîyê” ya sendîkayê hatiye amadekirin e. Şopandin û kontrolan nîşan dan ku ew bijîşk tevlî kiryarên tawanbarî bûne; wek nivîsandina raporan ji dezgehên ewlehîyê re, beşdarbûna rasterast di gihandina zerarnan bo girtîyan û bûne sedema windakirina bi darê zorê û kuştina gelek kesan û malbatan bi temamî, çi di hundirê girtîgeha Seydnayayê de yan jî li şaxên ewlehîyê û nexweşxane û zanîngehan.
Lîsteya bijîşkên ku qeyda wan hatiye jêbirin ev in:
- Bişir El-Sebban (Parêzgarê berê yê Şamê).
- Talib Îbrahîm (Lêkolînerê ewlehîyê û şîrovekarê ragihandinê).
- Emmar Dîb (Zêrevanê girtîgeha Seydnayayê).
- Îskender Mu’ela (Zêrevanê girtîgeha Seydnayayê).
- Hisên Elî (Hevrêyê dewrîyeyên ewlehîyê).
Sendîkayê tekez kir ku ev biryar ya dawî ye û armanca wê hilanîna sîfeta “Bijîşkê Diranan ” ji ser van Kesan e, da ku sektora bijîşkîyê were paqijkirin. Ev gav di çarçoveya hewldanên Sendîkayê de ye, ji bo vegera li dosyayên endamên ku beşdarbûna wan di binpêkirinan de hatiye isbatkirin bi armanca cîbicîkirina prensîbên mafdayîn û dadwerîyê li sazîyên pîşeyî.