Şam-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Musʼeb El-Elî, ligel Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokatîya Komarê Ehmed Miwefeq Zêdan û Wezîrê Geştyarîyê Mazin Salhanî, serdana birîndarên her du teqînên ku Şama paytext kirbûn armanc kirin. Ev serdan li Desteya Giştî ya Nexweşxaneya Şamê (El-Muctehid) pêk hat, ku li wir ji nêzîk ve li rewşa tenduristî û asta xizmetguzarî û çavdêrîya pizîşkî ya ji bo wan tê pêşkêşkirin nêrîn.
Şandê guhdarî şiroveyên kadroyên pizîşkî û perestarîyê yên li ser rewşa birînan û plansazîyên dermankirinê yên ji bo her birîndarekî ji wan kir. Her weha tekez kir ku hemû hewcedarîyên pêwîst yên kadro, amûrên pizîşkî û dermanan hatine dabînkirin ji bo çavdêrîya pizîşkî ya tam were misogerkirin.
Ji alîyekî din ve, şandê hewldanên mezin û bersivdana bilez a tîmên pizîşkî û hawarçûnê, yên kar û bizav ji bo pêşkêşkirina çareserîyên destpêkê û encamdana neştergerîyên pêwîst ji birîndaran re li nexweşxaneyê kirine, bilind nirxandin.