Mekeya Pîroz-SANA
Serokê şandeya bijîşkî di Rêveberîya Hec û Umreyê ya Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê de, Dr. Cemîl Elî El-Dibil tekez kir ku hejmara klînkên bijîşkî yên ku ji bo hecîyên Sûrî li Erda Pîroz îsal hatine veqetandin zêde bûye, da ku bibin çar klînkên moletdar li şûna du klînkên berê, her weha 17 odeyên şêwermendîya tenduristîyê li cihên ku hecîyên Sûrî lê dimînin.
Xizmetguzarîyên bijîşkî di bîst û çar saetan de
El-Dibil zelal kir ku klînk ji bo pêşkêşkirina şêwirên bijîşkî, belavkirina dermanan, şopandina rewşên nexweşîyê, û odeyên taybet bi veqetandina nexweşan, bermayîyên bijîşkî, û depoyên dermanan li xwe digirin, ku tîmeke tekûz çavdêrîya wan dike. Her weha navborî amaje pê kir ku şandeyê 24 bijîşkên mêr û 21 bijîşkên jin li xwe girtine ku bi sîstema dewrî (nobetdarîyê) di bîst û çar saetan de li cihên hecîyan digerin, ji bo misogerkirina berdewamîya xizmetguzarîyan.
Projeya bazbendên bijîşkî
El-Dibil projeya bazbendên bijîşkî yên zîrek ji bo wan hecîyên ku nexweşîyên wan ên kronîk (şekir, tansîyon, dil) hene da destpêkirin, da ku nîşaneyên wan ên jîyanî bişopînin û cihên wan dîyar bikin bi mebesta bilezkirina bersivdana hawarçûnê.
Her weha navborî bal kişand ser berdewamîya bernameya neştergerîyên çavan (ava spî) û geşkirina wê, ku pişkinîn ji bo hecîyan berî menasikan hatine kirin û neştergerî ji bo piştî hecê hatine bernamekirin.
Wî lê zêde kir ku Ofîsa Tenduristîyê ya Heca Sûrî bi hevkarîya ligel şirketa “Zemzem” 400 bazbendên bijîşkî û 200 amûrên pîvandina şekir pêşkêşî hecîyan kirine, û amadebûna tîmên bijîşkî û hawarçûnê tekez kir.
Pêşwazîkirina 150 şêwirên bijîşkî rojane
Ji alîyê xwe ve, endamê komîteya bijîşkî di Rêveberîya Hec û Umreyê ya Sûrî de, Dr. Qasim Belût tekez kir ku klînkên bijîşkî di bîst û çar saetan de bi sîstema nobetdarîyê dixebitin ji bo pêşkêşkirina şêwir, destnîşankirina nexweşîyan, dermankirin û veguhastina rewşên hawarçûnê û yên pispor bo nexweşxaneyên Siûdî yên peywendîdar.
Belût amaje pê kir ku klînk rojane pêşwazîyê li nêzîkî 150 şêwirên bijîşkî dikin, ku yên herî berbiçav westana masûlkeyan, êşên movikan, û kûlbûna koendama henasedana jorîn in ku ji ber westandin û qerebalixîyê peyda dibin, û piştrast kir ku hemû xizmetguzarîyên bijîşkî belaş ji bo hecîyên Sûrî tên pêşkêşkirin.
Hecî: Xizmetguzarîyên bijîşkî yên pir baş û reftara rind
Hejmarek ji hecîyên Sûrî dilxweşîya xwe bi xizmetguzarîyên tenduristîyê yên pêşkêşkirî anî ziman, ku hecîyê bi navê Ela El-Rehmûn tekez kir ku klînk bi şêweyekî pir baş dixebitin û piranîya pêdivîyên hawarçûnê û bijîşkî dabîn dikin, û pesnê pabendbûna kadroyên bijîşkî bi demên kar û reftara wan a rind ligel hecîyan da.



