Şam – SANA
Tîmeke bijîşkî li nexweşxaneya gurçikan a neştergerî li Şamê, duh Pêncşemê, emelîyateke çandina gurçikan ji bo nexweşekî pêk anî, bi bikaranîna gurçikeke bexşerekî ku du damar di gurçika çepê de hebûn, vê yekê jî pêdivî bi destwerdaneke neştergerî ya hûrbîn dît da ku xwînberbûna rast û serkeftina emelîyatê were misogerkirin.
Pisporê neştergerî û çandina gurçikan Dr. Fîras Mihemed dîyar kir ku tîmê ev gurçik tevî kêşeya du damaran hilbijart ji bo parastina tenduristîya bexşer, ku tê de damarê serekî li ser damarê “îlyak”ê yê derve hat çandin, û damarê zêde bi damarê “îlyak”ê yê hundirîn re bi zîrekîyeke bilind hat girêdan.
Emelîyat bi serkeftî bi dawî bû, tenduristîya kesê nexweş jî gelekî baş e, ji bo wê, nexweşxane bi cih hişt. Nexweşxane xizmetên xwe ji bo 325 nexweşan û 15 zarokan bi rêya 60 amûran pêşkêş dike, û di nav hewldanên Wezareta Tenduristîyê yên ji bo nûjenkirina dezgehên zîyandîtî de, pêşkêşkirina çavdêrîya bijîşkî didomîne.