Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê bi hevkarîya Navenda Şah Selman a Alîkarî û Karûbarên Mirovî, îro Duşemê, Bernameya Siûdî ya Xwebexş a Virtual bi rêya înternetê (online) da destpêkirin, ku dê zêdetirî 18 hezar xebatkarên tenduristîyê yên Sûrî sûdê jê werbigirin.
Armanca projeyê destpêkirina 53 bernameyên perwerdeyê yên pispor e, ku 239 pisporîyên bijîşkî yên hûr li xwe digirin; di nav de çavdêrîya tund (ICU) ji bo pitikên nûbûyî û mezinan, lihawarçûn û rewşên awarte, birînên giran, û gelek perwerdeyên din ên taybet.
Di merasîma destpêkirinê de bi rêya înternetê, ji alîyê Sûrîyê ve wezîrên Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdulrehman Turko, Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, Geşepêdana Îdarî Mihemed Hessen El-Sekaf, Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih beşdar bûn. Ji alîyê Siûdîyê ve jî Wezîrê Tenduristîyê Fehid bin Ebdulrehman El-Celacil û Wezîrê Çavkanîyên Mirovî û Geşepêdana Civakî Ehmed bin Silêman El-Racihî, tevî Kargerê Balyozxaneya Sûrîyê li Siûdîyê beşdar bûn.
Di dema merasîmê de, Wezîrê Tenduristîyê Museb El-Elî got: “Li ser bingeha nirxandineke zanistî ji bo hewcedarîyên sektora tenduristîyê, em îro pakêteke taybet ji bernameyên perwerdeyê didin destpêkirin ku şarezayîya xebatkaran di pisporîyên girîng de dikin armanc, da ku kalîteya xizmetên tenduristîyê yên ji bo welatîyên Sûrî werin bilindkirin.”
Ji alîyê xwe ve, Şêwirmendê Dîwana Şahane û Serpereştê Giştî yê Navenda Şah Selman Dr. Ebdullah bin Ebdulezîz El-Rebîye destnîşan kir ku Bernameya Siûdî ya Xwebexş a Virtual, ku di qonaxa xwe ya yekem de bi komek bernameyên taybet dest pê dike, kûrahîya pabendbûna mirovî ya Siûdîyê nîşan dide û bandora wê ya domdar xurt dike.

