Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê encamên du mehên pêşîn ên xebata “Rûpela Tenduristîyê ya Dîjîtal” ji dema destpêkirina wê ve di Nîsana 2026an de ragihandin, û got ku 118,830 serlêdan, 2,107 destnîşankirinên dema serdanê û qeydkirina 114,300 nexweşî, hatiye serjimêrkirin.
Rûpel destnîşankirina dema serdanê bi awayekî elektronîk û şopandina dosyayan û serbora bijîşkî bi şêweyekî ewle dabîn dike, da dema hevwelatî pir neçe û neweste; ku niha rojane xizmeta zêdetirî 800 nexweşî li 33 klînîkên taybetmend dike.
Xizmetguzarîyên Rûpelê niha van nexweşxaneyan li xwe digirin: Nexweşxaneya Şamê, Îbn El-Nefîs, Îbn El-Welîd a li Himsê, Nexweşxaneya Neteweyî ya Hemayê, û Nexweşxaneya Zayînê ya li Tartûsê. Wezaret li ser berfirehkirina gav bi gav a vê projeyê kar dike, da ku sazîyên tenduristîyê yên bêhtir li parêzgehan li xwe bigire.