Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê yadnameyeke hevkarîyê bi rêxistina ʺAction for Humanityʺ ya navdewletî re îmze kir, bi armanca dabînkirina 30 amûrên guhdana zarokên ku nû ji dayik bûne (hêlînên nûbûyan) ji hejmareke nexweşxaneyên giştî re. Ev alîkarîya mirovî ji bo çakkirina xizmetguzarîyên guhdana zarokên nûbûyî li parêzgehên Sûrîyê ye.
Rêveberê Plansazî û Hevkarîya Navdewletî di Wezareta Tenduristîyê de, Dr. Zuhêr El-Qerat, îro di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku ev bexşîn li ser bingeha nirxandineke hûr ya hewcedarîyan hat ku wezaretê di mehên borî de encam dabû.
ʺAction for Humanityʺ rêxistineke nehikûmî ya navdewletî ye ku di warê mirovî û hewarçûnê de kar dike û di demên krîz û rewşên awarte de li gelek welatan alîkarîyan û piştgirîyê pêşkêş dike.